تبلیغات
وبلاگ فرهنگی هنری تاریخی کردستان - شوان پرور( Şivan Perwer )

شوان پرور( Şivan Perwer )

شنبه 14 آذر 1388 01:52 ق.ظ

نویسنده : کردستانی

شوان پرور )به کردی: Şivan Perwer/شڤان پەروەر/شوان په‌روه‌ر) (زاده‌ دسامبر ۱۹۵۵ در روستای «سوری» میان دیاربکر....

برای اطلاعات بیشتر به ادامه مطلب برو

Şivan Perwer 

Şivan Perwer, 23'ê rêbendanê sala 1955'ê li gundê Sorî (kû li ser Siwergehê ye û dikeve nêvbera Amed û Ruha'yê de) xwedê daye. Ciyê lê xwedêdayî herêmeke xwedî giyaneke (rûh) felsefî ya pir kûr e, mîna dirûvê erdnîgariya xwe. Ev dorhêl bi muzîkê tije ya û vê kûrahiya felsefi kabiliyeteke mezin ya mûzikê jî daye mirovan. Bapîrê Şivan Perwer, bîlûrvan û dengbêjeki mezin bû. Eywaneke aidê (xweserê) wî li gund hebû. Bê dost, bê mêvan, bê heval nedikariya bimîne. Li wan derhêlên nîzik kesên xwedi kabîliyetên çandeyî (mîna mûzîk, destan, çîrok û cûr be cûrên wêjeyê) mûheqeq dibûn mêvanê wi. Sohbetên wanên civakiyên bi muzîkê heya derengiya şevê domdikir. Dengbêj rûdiniştin bi saetan klasikên gelêriyên diroki bi dengên bilind dixwendin û dijiyandin. Mesela; Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynikê, Eyşana Îbê, Evdî, Erebê, Bêmal, Delalê Qerejdaxi, Lawkê Metînî, Şêxa Delal, stranên govend û dîlan. Bi vî awayî ji êvarî heya derengiya şevê ji aliyekê bilûr, ji aliyê din keman, an jî dengê dengbêjan li kûrahiya rûhê insanan tesîr dikir, bi sedsalan ew paş de dibirin û ew mirovên bi van guhdarkirinan radizan gelek caran di xewnên xwe de jî ev bûyêr diditan. Ji aliyê din ve zordariya li Kurdistanê, zulma li ser ziman, çande û şexsiyeta mirovan hêj bêhtir jan (êş) dida mirovan û di pêşberê van tehdayiyan de kîn û nefreta di hûndirê wan de berhev dibû, hest (hiş) û evîna di hûndirê wan de veşartî digeriya ev qêrîn ji dikir kû bi ruhî, bi mirovînî xwe bi tayê jiyanê ve girêbide û dirûvekê muzîkî distand, dibû muzîk. Va ye di vî atmosferî de gelek caran di her bergehi de lehengên (qehreman) bênav digiheştin. Ango di têkoşîna li hemberê zordariyê de, di bûyerên çandeyiyên ji vê dirûvê jiyanê derdayî kes (şexis) derketine nêvengê (holê).

Şivan Perwer di vî atmosferi de giheştiye. Tû kesî xisûsî ew perwerde nekiriye, dijê vê ew bûyereke kû dirûvê jiyanê derxistî nêvengê ye. Wî di biçûkatiyê de dest bi stran gotinê kir. Di tim bûyerên jiyayî û bîhîstî de ew dijiyan û bi stran ji hundirê xwe derdixist. Mirovên guhdarî Şivan dikirin, ji vî zarokê weha biçûk kû buyerên mezin dijî mat (şaş) dibûn. Buyerên dijiya, an ji xeyal dikir. dikire stran û carinan bi seatan digot. Vêca li dorhêlên xwe caran ne bi çavê zarokan lê dinêrîn. Di civatê de giraniya wi hebû. Lewra, weko hêviyek ya civatê ji wi hebe pê re muamele dikirin her demî. Şivan'ê biçûk li dora xwe de şexsiyeteke fîlozofîk yê muzîkal dihate naskirin û jê heskirin. Lêbelê li gor Şivan, ev civata, paşdemayî, berteng lê xwediyê xususiyetinê rind bû, ji aliyê civakî û ccedil;andeyî ve gerek bihata guhartin. Bi wi ser û dinya xwe ya bicûk evên he dê çawa pêk banîna. Van tiştên he gişan riyek ya çareyê bi wi didan lêgerinê. Ji nêv vê civatê derketin, ango bi der ve çûyîn fîkra li hinek tiştên teorîk geran, hin bûn û dûv re jî li civata xwe vegerîn di temenên biçûk de ew kûr kûr diamand. Ji ber kû gelê kurd ji her ali ve hatibû rapêçan û di bin tehdê (tûndiyê) de bû, di ser de polîtîkaya bihûjtin (asimilasyon) ê ya tîr hebû, riya wî ya dî hûndirê, çandiya xwe de bi civakî, teorîk, teknîk û kirdarî (pratîk) pêşveçûna wi hatibû birîn (girtin). Ew civata weha ne azada kû bi vî awayî nedikarî biser bikeve helbet, bêhtir di bergehê çande û hunerî de kariye serfiraz bibe. Derktina Şivan jî mînakek ya vê yekê ye. Weke li jor hati gotin, hunermendên kurdên bi kurdi digotin di jiyaneke berteng, zehmetiyên wê pir, şexsiayata hatî êxisitn, bi deng remanên xweş çiqas hîkarî (tesîr) li civatê bikiran jî, ji ber êxistina xwe ya şexsî nexwdiyê tû biryarê bûn. Hunermendên kurdan yên li gor fermanên (emrên) dewletê hereket dikirin jî, ji rûmerên netewî dihatin dûrxistin, vê carê jî çiqas xwediyê derfetên (imkan) mezin jî bin, diketin derecek ya bê şexsiyetiyeke din (ya dûwem). Ango an bi kurdî bibêje, li rûmetên xwe xwedî derkeve di bin emrê axayê kurd de bimîne, bibe mirîdê şêx, bibe dengbêjek basit, an jî dest ji rûmetên netewî tevan berde, bibe xwediyê derfetên maddî, lêbelê mina qaşmerê zordestan hereket bike. Va ye weha bû rewşa çandê, hunermend, muzîsyen, hozan û nivîskarên kurd. Şivan Perwer li van tevan îsyan kir û çi bigre (çi bibe bila bibe) bi armanca çêkirina herî rind pêkbîne tembûra xwe hilda, hestên xwe yên di kurahiyên giyanê (ruh) wi de kombûyîn, bûyerên di mejiyê wî de çêbûyîn bi stranên xwe dan gelê xwe.

Şivan Perwer bi profesyonelî 1975'ê dest bi hunermendiyê kiriye, li gor bûyerên li dinyayê hatin guhartin her sal berhem afirandine, bi klasîkên gelêrî mijûl bûye, di vî bergehî de rê şanî gelek

hunermendan kiriye û bûye mînak ji wan re.

شوان پرور )به کردی: Şivan Perwer/شڤان پەروەر/شوان په‌روه‌ر) (زاده‌ دسامبر ۱۹۵۵ در روستای «سوری» میان دیاربکر و اورفه(با نام اصلی اسماعیل آیگون به ترکیİsmail): Aygün)از خوانندگان مشهور و مردمی کرد ترکیه‌است. ترانه‌های وی اکثرا حماسی و میهن‌پرستانه‌است.

وی فعالیت هنری را از سال ۱۹۷۵ شروع کرد و تا سال ۲۰۰۲ بیش از ۲۲ اثر خلق نمود. آخرین اثر وی به نام men bira te kirya از طرف موسسه اکادامی harles cros موفق به دریافت بزرگترین جایزه هنری از آن کشور شد.

آثار

·         Govenda Azadixwazan (۱۹۷۵)

·         kunk çıma tı lımej maki

·         Ey Ferat (۱۹۷۸)

·         Kine Em (۱۹۷۹)

·         Hay Dil (۱۹۸۰)

·         Gele Min Rabe (۱۹۸۱)

·         Agiri (۱۹۸۲)

·         Bilbilo / Ferzê (۱۹۸۳)

·         Dotmam (۱۹۸۵)

·         Lê Dîlberê (۱۹۸۶)

·         Ya Star (۱۹۹۵)

·         Naze (۱۹۹۶)

·         Heviya Te (۱۹۹۹)

·         Roj û Heyv (۲۰۰۰)

·         Sarê (۲۰۰۱)

·         Helbestên bijartî yên ۱ /Kirîvê (۲۰۰۲)

·         Helbestên bijartî yên ۲/Klasîk (۲۰۰۳)

·         Helbesten Bijarti yên ۳ (۲۰۰۴)

·         Min bêriya te kiriye (۲۰۰۴)

 

 




دیدگاه ها : نظرات
آخرین ویرایش: شنبه 14 آذر 1388 02:08 ق.ظ